Dermanên nusxeyê û berhemên din ên nuxseyê çawan bikirin

Apoteket hem dermanên nusxeya (dermanname) bijîşk hem jî yên ne-nusxeyê difiroşe. Bo ku hûn bikaribin dermanên nusxeyê ji dermanfiroşiyê hildin yan jî wan ji apoteket.se bi awayê Online/înternetî sipariş bidin, divê dixtor an kesekî din ê xwedan destûr ji we ra nusxeyekê binivîse.

Bi giştî, nusxeyan bi awayê elektronîkî dişînin dermanfiroşiyê, lê carinan jî wê ser kaxizê çap dikin û didin we ku bibin dermanfiroşiyê. Dema hûn nusxeya kaxizî werdigirin, hûn divê bo wergirtina dermanan wê bibin dermanfiroşiyê. Girîng nîne çi cûre nusxeya we heye, hûn divê sa wergirtina dermanan karta xwe ya pênaseyê nîşan bidin.

Pêşnûmaya Sûdên Dermanan 

Hûn ê bo dermanên ku diravê wan ‘Pêşnûmaya Sûdên Dermanan’ dide, her salê herî zêde 2.400 Kronên Swêdê (SEK) bidin. Eger bihayê dermanan ji vêya zêdetir be, konseya kantonê diravê wê dide (Högkostnadsskydd).

Dermanên ku Pêşnûmaya Sûdên Dermanan diravê wan dide

  • Piraniya dermanên nuxseyan
  • Berhemên Stoma`yê
  • Dermanên heyî û pêwîst bo birêvebirina dermanan
  • Dermanên heyî û pêwîst bo kontrola dermankirina we.

Navenda ku biryar dide pereyê kîjan dermanan ji aliyê asta herî biha va tên dayîn, bi navê Ajansa Sûdên Dermanî û Diranî (TLV) ye. Dema ku hûn dermanên nusxeyan dikirin, eger hûn endamên bingeha daneyan a biha bin, wê demê kirîna we tê tomarkirin. Pergal dişopîne ku ka gelo her carê ku hûn dermanên nusxeyê dikirin, diravê bermayî yê rast werdigirin yan na.

Wê demê hûn dikarin ji sûdên dermanî mifayê wergirin ku:

  • Li Swêdê cîwar bin.
  • Li vir kar bikin yan Karta We ya Sîgorteya Ewropî hebe.
  • Nusxeyên we li Swêdê hatibin nivîsîn.

Ji kerema xwe ra, ji bîr nekin ku bingeha daneyan a asta bihayê herî zêde navên dermanên we wergirtine yan dixtorên ew nivîsîne li bal xwe ranagire.Di bingeha daneyan da hejmara pênaseya we ya ferdî, qasa pereyê bi hev ra dayî, roja kirînê, qasa diravê ku hûn di pergala asta bihayê herî zêde da gihîştine wê, û roja destpêka serdema asta bihayê herî zêde tomar dike.

Endambûna Pêşnûmaya Sûdên Dermanan

Riya herî hêsan bo mifa wergirtina ji asta bihayê herî zêde ew e ku li bingeha daneyan a asta bihayê herî zêde navê xwe binivîsin. Eger we navê xwe nenivîsîbe, riya herî hêsan ew e ku dema wergirtina dermanan li dermanfiroşiyê, ji karmendên wir ra bibêjin.

Dema li bingeha daneyan a asta bihayê herî zêde navê we hat nivîsîn, pergal dişopîne ku we çi dirav daye û hûn ê kingê bigihîjin astê.Ji ber ku hemî dermanfiroşî bi wê bingehê va ne, lewma hûn dikarin ji her dermanfiroşiyê dermanan bikirin.

Ji zarokan ra belaş e

Ji 1 meha January sala 2016`an va, dermanên nusxeyan ên ku Pêşnûmaya Sûdên Dermanan diravê wan dide ji bo zarokên ji 18 salî kêmtir belaş û bê pere ye. Eger hat û we ji ber dermanekî din û cuda ji dermanê herî erzan, diravê zêde da (Li jêrê binêrin-Qanûnên bo dermanên ku li şûna hev dikarin bi kar werin), hûn ê wekî berê bixwe pereyê wê bidin. Hûn ê herwiha bo wan berheman dirav bidin ku bo wan zarokan e ku Pêşnûmaya Sûdên Dermanan diravê dermanên wan nade, tam wekî berê. Bo xwarinên sa zarokên ji 16 salî kêmtir tu tişt neguheriye; hîn jî bihayê wan bo her carê 120 kronên Swêdê ye.

Pergala Kêmkirinên Zêde

Dema ku we di serdemeka 12 mehan da bi qasî 2.400 kronên Swêdî derman kirîn, hûn dikarin bi belaş têkevin nava pergala asta bihayê herî zêde bo bermaya vê serdema diwanzdeh mehî.

Tevî ku ev derbasbûna belaş tenê wê demê ye ku we 2.400 kronên Swêdî xerc kiribin, dema ku hûn li gorî pergala kêmkirinê ku li jêrê nîşan dane, qaseka diyar dirav xerc bikin, hûn ê sûdên zêdeyê wergirin. Di malbatekê da hemî zarokên ji 18 salî kêmtir bi hev ra di hesabekî hevbeş ê asta bihayê herî zêde da tên hesabkirin.

Pergala Kêmkirina Zêde li jêrê wî diravê hevbeşdayî nîşan dide ku bi hin bihayên dermaan ra pêwendîdar in.Kêmkirina bo her kirîneka teze li ser bingeha kirîna berê ye.

Hûn bo tiştên heyî û pêwîst bo kontrola dermankirina xwe û tiştên heyî û pêwîst bo birêvebirina dermanan tu diravî nadin.

Bihayê giştî  Para we Diravê herî zêde ku hûn didin
- SEK (Kronên Swêdê) 1,199  100%  - SEK 1,199
SEK 1.200 50%  SEK 1.200
SEK 2.291 25% SEK 1.745
SEK 4.256 10% SEK 2.237
SEK 5,890 0% SEK 2.400

Qanûnên dîsan tijîkirinê

Bo ku dermanên we kirîne li pergala asta bihayê herî zêde da werin hesabkirin, xalên jêrên bi kar tên:

  • Renge nusxe bi daxwaza herî zêde sê mehan a dermanan da tijî bibe.
  • Nusxe li gorî qasa li nusxeyê da nikare heya 2/3 ji dema peredayîna pêşîn ra derbas bûne nikare were tijîkirin. Bi gotineka din, dema herî zû bo ku daxwaz li gorî Pêşnûmaya Sûdên Dermanan dîsan bo sê mehan were tijîkirin piştî du mehan e.
  • Ciyê karê kesên nusxeyê didin (bijîşk yan kesên din ku nusxe dane we) divê wekî barkodeka xwendinbar ser nusxeya we be. Kesên nusxeyê didin ser nusxeyê binivîsin ku dermanfiroşî li gorî Pêşnûmaya Sûdên Dermanan dermanan bide.
  • Eger hûn naxwazin di bingeha daneyan a asta bihayê herî zêde da navê xwe binivîsin, lê dîsan jî dixwazin ji asta bihayê herî zêde sûdê wergirin, hûn divê herdem ku dermanên nusxeyan dikirin, belgeya asta bihayê herî zêdeyê bi xwe ra bînin.
  • Renge hûn bi carekê gelek dermanan bikirin yan pirî caran ji asta pêşnûmaya sûdê pirtir bikirin, lê piştre hûn divê hemî wî diravî bidin ku ji carekê tijîkirina nusxeyê zêdetir be.
  • Hûn di rewşên taybet da, wekî demeka dirêj li derveyî welêt mayîn, renge daxwazeka dermanan wergirin ku yê ji sê mehan pirtir dirêj bibe û hîn jî dikare ji kêmkirina diravê mifayê wergire.Hûn divê bikaribin vê rewşa taybet biselimînin.
  • Dermanên kontrola bûyîna zarokan (dermanên pêşîlêgirtinê yên xwarinê yan derziyên pêşîlêgirtinê) bi giştî qanûna sê-mehan bo wan bi kar nayê.

Bexişandin

Tomarkirinên daxwazan ji bingeha asta bihayê herî zêde

Renge hûn her kingê daxwaza çapkirina agahiyên heyî li bingeha daneyan a bihayê herî zêde bara xwe û wan zarokan bikin ku hûn serperestên wan in. Renge hûn vê yekê bi tijîkirin û dayîna formekê bo Ajansa e-Tenduristiyê bikin.  

Pergala sûdê û kêmkirinên bo xwarinên bi nusxeyê

Qanûna sûdên dermanî diravê berhemên xwarinê bo armancên taybet nade. Bo zarokên ji 16 salî hevraztir pergaleka neteweyî ya sûdê heye ku li gorî wê nusxe (yan ‘formên nusxeyên xwarinê’ li dermanfiroşiyan bi bihayê 120 Kronên Swêdê bo her car tijîkirinê tên dayîn.Ajansa Berhemên Swêdî biryar dide ev pergal diravê kîjan berheman bide.

Bo kesên ji 16 salî sertir, pergala neteweyî ya sûdê tuneye. Lê, li piraniya kantonan mînakên kêmkirinên dirêv hene ku li gorî wan ew kesên pêdiviya wan bi van xwarinan hene neçar nabin hemî bihayê wan bidin. Ew ê ku hûn çiqasî bidin û ew dirav bo kîjan berheman be ji kantonekê heya kantoneka din cuda ye.

Hin kantonan biryar dane çavkaniyên cuda ji dermanfiroşiyan bo wan berheman bi kar bînin ku qada wan berheman da ne ku diravê wan kêm dibe.  Pisporê xwarinê yan bijîşk dikare li bara rewşa we ya taybet ku bo we dikare bi kar were agahiyan bide we.

Apoteket ji bilî berhemên ser apoteket.se tên firotin, çendîn pergalên kêmkirina dirêv bo gelek berheman raber dike. Di vê qadê da berhemên bê-gluten, derman û berhemên xwarina bi boriyê bo nexweşiyên zikmakî wekî PKU hene.Gelek caran, kes bi arîkariya van berheman dikare heya ku mimkin e jiyaneka asayî û normal bike.

Qanûnên bo dermanên dikarin li şûna hev bin

Bo wergirtina tam a dirêv li gorî Pêşnûmaya Sûdên Dermanan, hûn divê hûn ji berhemên pêşniyarbûyî yên Ajansa Sûdên Dermanî û Diranî (TLV) hilbijêrin. Dibe ku nav, rûvek û besteka dermanan ji hev cuda bin lê heman madeyên çalak di wan da hene û bandora wan jî heman e.

Qanûna dermanên li şûna hev çawan ayidî we dibe

Eger dermanekî erzantir hebe ku li şûna dermanekî bidi, Apoteket ê herdem pêşniyar bike dermanê ku di nusxeya we da ye pê ra were guhertin.Dermanê ku li şûnê didin divê ew derman be ku TLV`yê erê kiribe.

Eger kesên derman nivîsîne guherîna dermanê di nusxeyê da qebûîl nekin, dermanfiroş nikare li şûna dêrmên dermanekî din bide.

Eger hûn wekî mişterî guherîna dermanekî bi yekî din ra qebûl nekin, divê guherîn pêk neyê. Di rewşên wiha da, hûn divê bermaya diravê dermanê nusxeyê û dermanê herî erzan ê li bazarê bidin. Ev pereyê bermayî nakeve ber Pêşnûmaya Sûdên Dermanan.

Hûn dikarin daxwaz bikin dermanekî din ji dermanê herî erzan (ê ku TLV`yê erê kiribe) li şûnê bidin we, lê eger wisan be, hûn divê bêyî ku Pêşnûmaya Sûdên Dermanan li we bigire, hemî bihayê wê bidin.

Ji ber ku renge dermanê herî erzan li bazarê ji demekê heya demeka din biguhure, her carê bihayê dermanê nusxeyê yê cuda be, lê heman madeyên çalak di wan da hene. Lewma, girîng e baldar bin û ewle bin ku, wek mînak, hûn ji heman madeya çalak bi qasa du caran bi kar neyînin.

Ajansa Berhemên Dermanî biryar dide kîjan derman dikarin li şûna hev bin

Ji bo ku derman bikaribin li şûna hev bin, Ajansa Berhemên Dermanî divê binirxîne ku ew ji hêla dermanî va bandora wan yek e û bikaranîna wan li şûna hev bo nexweşan ewle ye. Carinan ji şûna hev bikaranînê ra dibêjin bikaranîna jenerîk a li şûna hev.

Ji kesên din ra derman kirîn

Eger hûn bixwazin bo kesên din dermanan bibin, divê ew kes bi riya parêzerên hiqûqî va destûrê bidin we.

Bo karên jêrîn pêdiviya we bi destûra hiqûqî û parêzerî heye

  • Sipariş an kirîna dermanên nusxeyê bo kesekî din
  • Tijîkirina hesabê kesekî din di dema kirîna bi kredîtê (eger hesabekî wisan ê wî kesî ji berê va li Apoteket AB hebe)
  • Wergirtina prînt/çapekê ku hemî dermanên nusxeyî yên wî esî nîşan bidin ku bo wî dermanan dibin
  • Siparişa dermanan bo kesekî din li apoteket.se

Ji aliyê kesê ku jê ra dermanan dikirin destûra erêbûyî ya hiqûqî bînin dermanfiroşiyê.Bo kirînê û dayîna siparişa kesên din li Apoteket, kesên ku destûra wî ya hiqûqî li bal we heye, hûn divê wê destûrê, belgeya xwe ya pênaseyê ya bi itibar û belgeya nasnameyê ya bi titibar a kesê destûra hiqûqî daye, nîşan bidin

Hûn dikarin froma destûra hiqûqî ji malpera Ajansa e-Tenduristiyê wergirin.

Serperestên ku bo zarokên xwe kirînê dikin

Serperestên zarokên ji 18 salî kêmtir dikarin bêyî destûra hiqûqî li firoşgehên Apoteket yan ji apoteket.se ji dermanên zexîrebûyî yên elektronîkî (e-dermanên nusxeyî) bikirin. Tenê belgeya xwe ya nasandinê ya bi itibar li dermanfiroşiyê nîşan bidin. Dema ser malpera apoteket.se dikevin Mina sidor (Hesabê Min) hûn dikarin bi awayê otomatîk bibînin dikarin û heqê we heye bo kê dermanan bikirin. Lê, her kesê ku serperestê zarokan nîne divê destûra hiqûqî bîne.

Hûn dikarin forma dayîna destûra hiqûqî bo kesên din bo kirîna dermanan bo zarokên xwe li ser malpera Ajansa e-Tenduristiyê peyda bikin.

Dayîna pereyan bi krêdît/qistî

Dayîna pereyan bi krêdît/qistî rê dide ku hûn dema kirîna dermanên nusxeyê nekevin xercên giran.

Eger hûn di temenê qanûnî da ne, li Swêdê cîwar/rezîdênt in, navê we li bingeha asta bihayê herî zêde tomar bûye yan dermanên we yên bi bestekên çend dozî (Apodos) hene, dikarin daxwaza çêkirina hesabekî bo dayîna pereyan bi qistî bikin.

Pêdiviyîn qebûlkirina krêdîtê/qistê

Apoteket bo hemû mişteriyên teze ku dermanan dikirin û dixwazin diravê xwe bi qistî bidin kontrol dike. Ev yek bo kesên ku hez dikin bo kirînên demên cuda cuda hesabê wan diyar be jî bi kar tê.

Dema hûn bo kirîna qistî ser Apoteket daxwaz dikin, bi giştî bersivê zû didin we.

Dayîna pereyan bi krêdît/qistî digel domandina serbest

Dema dayîna dirêv a hevbeş digihîje 2.400 kronên Swêdê, hûn ê domandina serbest wergirin lê hûn divê dayîna dirêv ser balansa hesabê tijîkirinê bidomînin heya ku deyn were dayîn.

Dîtina nusxeyên tijîbûyî

Hûn dikarin daxwaza kurtasiya nusxeyên xwe yên dermanî yên tijîbûyî bikin.  Di vê kurtasiyê (Lîsteya Dermanan) da agahiyên li wan dermanan heye ku we di 15 mehên borî da ji dermanfiroşiyê wergirtine. Bo wergirtina çapa/prînta ji bingehê, belgeya xwe ya pênaseyê ya bi itibar bînin dermanfiroşiyê.